Li Wanê alîgirên rêxistina terorê bi kevir û molotofan êrîşê ambûlansa ku zarokê 7 salî yê nexweş dibir nexweşxaneyê, kirin
Li gorî agahiya ku hat wergritin, li navçeya Îpekyoluyê ji bo ku zarokê 7 salî yê nexweş bibin nexweşxaneyê, duh êvarê îxbar dan Navenda Rêveberina 112 Bilezê.
Ekîbên 112 Bilezê jî bêyî ku wext derbas bikin, gihîştin herêma ku îxbar hat kirin. Dema ku ambûlans gihîşt ber Navenda Polêsan a li Bostanîçiyê hin alîgirên rêxistina terorê yên ku çalakî dikirin, bi kevir û molotofkokteylan ve êrîş birin ser ambûlansê.
Lêbelê molotofkokteylan îsabetê ambûlansê nekirin, lê hin kevir lê ketin û xesareke piçûk çêbû. Ekîba tenduristiyê ji ber bûyerê bêyî ku nexweş werbigirin, ji herêmê vegeriyan.
Alîkara Midûrê Tenduristiya Bajêr Mehpare Altayê jî der heqê êrîşê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û êrîş şermezar kir.