Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Abdulhamît Gul der heqê biryara tehliyekirinê ya gumanbarên ku di çarçoveya lêpirsîna "rêxistina parelel" de hatibûn girtin û ji aliyê hakimiya Sûlh Cezayê ya 10emîn a Stenbolê ve hatin berdan de wiha got: "Rêxistina parelel, ji bo kesên ku piştî bûyerên di navbera 17 û 25ê kanûnê de qewimîn hatin girtin bi endîşe ye. Ev bûyerên ku diqewimin lîstikên nû yên rêxistina parelel in."
Gul got ku dadgeh di çarçoveya erkên xwe de tevnagere û bêyî destûr biryaran dide. Gul destnîşan kir ku di navbera 17 û 25ê kanûnê de, xwestin derbe bikin, heta hin dozgerên ku xeyal dikirin dê kelepçeyan li destên Serokwezîr bixin hebûn.
Gul got ku rêxistina parelel xwest ku derbeyê bike lê negihişt armanca xwe, ji ber vê yekê jî niha hewl dide bi rêya kaosa tehliyekirinê vê bike û wiha axivî: "Rêxistina parelel piştî bûyerên di navbera 17 û 25ê kanûnê de qewimîn niha jî bi rêyên dereqanûnî hewl dide ku alîgirên xwe ji girtîgehan derbixe. Ev bûyer, lîstika nû ya rêxistina parelel e. Armanca rêxistina parelel ew ku bi rêya operasyona ser darazê Tirkiyeyê têxe zorê û dîsa kaos çêbe."
Abdulhamît Gul bal kişand ser lîstika rêxistina parelel a nû û wiha axivî: "Armanca wan kesên ku bi zagona bingehîn û qanûnan baweriya wan tune ye, ew e ku bêrêtiyê bikin, Tirkiyeyê bikşînin nav kaosekê û Tirkiye di qada navneteweyî de bikeve zorê. Dixwazin AK Partiya ku ev 13 salin li ber dilê gel bi qîmet e têxin zorê. Ji bo AK Partiyê ji desthilatdariyê daxînin çi ji destê wan tê dikin. Lê ew ê 7 hezîranê de gel, bersiva herî baş bide wan."
- Raboriya bûyerê
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji 22yê tîrmeha 2014an vir ve di çarçoveya lêpirsînê wek "sîxurî, guhdarkirina bi rêyên derî qanûnî, kûmpasa di 25ê kanûnê de hat kirin, kûmpasa Selam Tevhîdê, kûmpasa ser koma Tahşiyeyê û lêpirsîna rêxistina parelel a li ewlehiyê" de di nav de midûrê ewlehiyê yê berê Tûfan Erguder, Alî Fûat Yilmazer, Yûrt Atayun, Yakûp Saygili, Omer Kose, Ertan Erçikti, Erol Demîrhan, Serdar Bayraktûtan û Serokê Koma Weşanê yê Samanyolu Hîdayet Karaca girtibû.
Parêzerên gumanbaran digel parêzerê Midûrê Ewlehiyê yê Berê Ramazan Akyurekê ku di çarçoveya lêpirsîna doza kuştina Hrant Dînk de hatibû girtin, daxwaznameyên girtiyan ên ku hakîmiya ceya sûlhê ya 10emîn ew red kiribûn, di 20ê nîsanê de ji Dadgeha Cezayê ya Esliya ya 29emîn re şandibû. Herwiha erka qebûlkirinê ya Dadgeha Cezayê ya Esliya ya 29emîn tune ku daxwaznameyên girtiyan qebûl bike.
Hakimê Dadgeha Cezayê ya Esliye ya 29emîn Metîn Ozçelîk jî di 21ê nîsanê de ji dozgerên ku doza girtiyan dişopînin dosya xwestibû û ji hakimên sûlh cezayê jî ji ber redkirina telebê xwestibû ku parastina xwe bidin.
-Dozger û hakiman red kir
Dozgerên ku lêpirsîna der heqê rêxistina parelel de dişopandin jî diyar kiribû ku di vê mijarê de erka Dadgeha Cezaya Esliye ya 29emîn a Stenbolê tune ye û dosyayên der heqê dozê de neşandibûn. Dozgerên nivîsa ser mijarê ya Midûriya Giştî ya Karên Cezayê ya Wezareta Dadê ji Ozçelîk re şandibû. Hakimên Sûlh Cezayê jî ji Metîn Ozçelîk re gotibû erka me tune ye û divê hûn daxwaznameyên telebên redkirina hakiman ji me re bişînin. Lê belê Ozçelîk ew daxwaznameyên ku hakiman xwest neşandibûn.
Li ser vê Hakim Ozçelîk ji bo hemû hakimên ku di sûlh cezayê de wezîfedar in biryara redkirinê dabû. Ozçelîk piştî vê daxwaznameyên tehliyekirinê jî ji Dadgeha Cezaya Esliye ya 32yemîn a Stenbolê re şandibû. Hakimê Dadgeha Cezaya Esliye ya 32yemîn a Stenbolê Mûstafa Başer jî ji bo hemû gumanbarên ku di çarçoveya "rêxistina parelel" de hatibûn girtin biryara tehliyekirinê dabû. Piştî van biryaran Hakimiya Cezayê Sûlhê ya 10 emîn a Stenbolê diyar kiribû ku biryara ku Dadgeha Cezaya Esliye ya 29emîn û ya 32yemîn da li dijî usûl û zagonan e. Hakimiyê Cezayê Sûlhê ya 10emîn biryarên wan dadgehan tune hesab kiribû.
-Nivîsa wezaretê
Midûriya Giştî ya Karên Cezayê ya Wezareta Dadê jî, di 6ê sibatê de nivîsek şandibû Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê. Di nivîsê de destnîşan kiribû ku dadgehên cezayê yên esliye nikarin midaxaleyê biryarê dadgehên sûlh cezayê bikin. Herwiha îfade kiribû ku îtirazên li ser biryarên ku hakîmiya sûlh cezayê da divê dîsa hakimên sûlh cezayê binirxînin.