Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç: "Ji bo 3 hakiman biryara ji wezîfeyê hildan hat dayîn. Dudu hakimên Dadgeha Cezayê ya Esliye ya 29emîn û 32yemîn in, yek jî hakimek li Şanliurfayê ye, navê wan di çapemeniyê de jî derbas dibin."
Arinç wiha dewam kir: "Di serî de divê em vê bibêjin ku dadgeha cezayê ya esliye li gor erkên xwe biryar negirtiye. Qanûn binpê kirine û erkên hakimên sûlh cezayê gasp kirine. Herwiha biryara ku wan daye, nayê qebûl kirin."
-Ev kar zirarê didin aqilan
Arinç bibîrxist ku dadgehên sûlh cezayê hatin rakirin û di şûna wan de hakimiyên sûlh cezayê datin avakirin û wiha pê de çû: "Ya rast li vir rêyeke wiha teqîb kirine; mirov kare vê rêya ku teqîb kirine li vir bibîne û fêm bike ku rêyek çiqas çewt û zehmet e. Daxwaznameyan raste rast dane hakimiya esliye cezayê. Li vir hakimê sûlh cezayê yê 10emîn divê biryarê bide; lê belê vana ji bo hakimê sûlh cezayê yê 10emîn daxwaza redkirinê teleba hakim bike hewl daye. Hakimê sûlh cezayê ya 10emîn jî der heqê telebê de biryar daye. Hakimê esliye cezayê jî ev biryar erê kiriye. Li ser vê biryarê jî hakimê dadgeha esliye cezayê yê din jî biryara tehliyekirinê daye."
Arinç li ser pirsa rojnameger a "Gelo ev telîmat ji Pensîlvanyayê hat?" wiha got: "Birêz Serokwezîrê me Davutoglu di axaftineke xwe ya mitîngê de qala vê kir. Ez di vê mijarê de xwedî agahiyan nînim. Lê belê haya min ji her du hakimên ku navê wan derbas dibû hebû lê haya min ji yê li Rihayê tune bû. Ev hevkarî jî nîşan dide ku ji jor heta jêr hemûyan a xwe kiriye yek û li gor daxwazê tevgeriyane. Ez bawer im ku Birêz Serokwezîrê me bi hemû hûrgiliyan zane û ji nêz ve dişopîne."
- Raboriya bûyerê
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji 22yê tîrmeha 2014an vir ve di çarçoveya lêpirsînê wek "sîxurî, guhdarkirina bi rêyên derî qanûnî, kûmpasa di 25ê kanûnê de hat kirin, kûmpasa Selam Tevhîdê, kûmpasa ser koma Tahşiyeyê û lêpirsîna rêxistina parelel a li ewlehiyê" de di nav de midûrê ewlehiyê yê berê Tûfan Erguder, Alî Fûat Yilmazer, Yûrt Atayun, Yakûp Saygili, Omer Kose, Ertan Erçikti, Erol Demîrhan, Serdar Bayraktûtan û Serokê Koma Weşanê yê Samanyolu Hîdayet Karaca girtibû.
Parêzerên gumanbaran digel parêzerê Midûrê Ewlehiyê yê Berê Ramazan Akyurekê ku di çarçoveya lêpirsîna doza kuştina Hrant Dînk de hatibû girtin, daxwaznameyên girtiyan ên ku hakîmiya cezaya sûlhê ya 10emîn ew red kiribûn, di 20ê nîsanê de ji Dadgeha Cezayê ya Esliya ya 29emîn re şandibû. Herwiha erka qebûlkirinê ya Dadgeha Cezayê ya Esliya ya 29emîn tune ku daxwaznameyên girtiyan qebûl bike.
Hakimê Dadgeha Cezayê ya Esliye ya 29emîn Metîn Ozçelîk jî di 21ê nîsanê de ji dozgerên ku doza girtiyan dişopînin dosya xwestibû û ji hakimên sûlh cezayê jî ji ber redkirina telebê xwestibû ku parastina xwe bidin.