Elif Orhan
28 Sibat 2016•Rojanekirin: 28 Sibat 2016
TBMM
Arîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş di axaftina xwe ya di Lijneya Giştî ya Meclisê ya TBMMyê de diyar kir ku cezayên darvekirinê yên li Tirkiyeyê hê jî ser TBMMyê wekî "lekeyeke reş" dimînin.
Hevdîtina di Lijneya Giştî ya TBMMyê de ya ser budçeya sala 2016an berdewam dike.
Arîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş di axaftina xwe ya di Lijneya Giştî ya Meclisê ya TBMMyê de diyar kir ku cezayên darvekirinê yên li Tirkiyeyê hê jî ser TBMMyê wekî "lekeyeke reş" dimînin û got ku "Di rabirdûyê de kî îmze avêtibe van biryarên darvekirinê avêtiyê lê îro li Tirkiyeyê Meclisek heye."
Kurtulmuş axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Heke em bi rastî jî ji cezaya darvekirina ya 12ê îlonê ya Adnan Menderes aciz bin, em ji cezaya darvekirina Denîz Gezmîş aciz bin dê kerem bikin, çar partî vir, wek Parlemento werin hemû bingeha cezayên darvekirinê rakin û ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê pêngaveke mezin biavêjin."
- "Heke Parlemento bixwaze dikare ji holê rake"
Kurtulmuş got ku ji ser darvekirinan kirina mixalefetê tu carî rast û ji aliyê siyasî ve baş nabîne û wiha axivî: "Ez vê pêşniyazê carekî din dibêjim; li Tirkiyeyê darvekirina Adnan Menderes jî cezayên darvekirinê yên din hemû jî ji aliyê pergala hiqûqa Tirkiyeyê ve parametreyên girîng in, heke ev Parlemento bixwaze dikare ji holê rake."