Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş ji bo Pêvajoya Çareseriyê diyar kir ku bi îzna Xwedê wê Tirkiye li hemberî hemû astengî û provakasyonan vê pêvajoyê bi serfirazî bibe serî.
Kurtulmuş li Unyeya navçeya Orduyê bi karsazan re hat bal hev û destnîşan kir ku di salên 1950 û 1960î de hin kesên veşartî Tirkiye bi hevdîtinên ji ser têlefonan ve îdare dikirin û pêşî li pîşesazîbûna Tirkiyeyê girtin û wiha dewam kir: "Êdî bi tu têlefonên ku ji derên veşartî tên kirin ve Tirkiyeya nû nayê birêvebirin û nikarin birêvebibin. Ew dewr qediya."
- Pêvajoya Çareseriyê
Kurtulmuş bal kişand ser şer û pevçûnên ku li vî welatî bi qasî 30 salî dewam kir û qala girîngiya Pêvajoya Çareseriyê kir û wiha dewam kir: "Di ser van tiştan de jî Tirkiye niha wê pirsgirêka terorê ya ku 30 sal bû li vî welatî hebû û bû sedema mirina nêzî 40 hezar însanî êdî bi dawî dibe. Ew pirsgirêka ku bihayê wê trilyonek û 200 hezar milyar dolar bû êdî diqede. Bi îzna Xwedê Tirkiye li hemberî hemû astengî û provakasyonan wê ev pêvajoyê bi serfirazî bibe serî. Bi saya yekîtî û piştgiriya xelkê me wê ev projeya neteweyî biçe serî. Ew pere û însanên me yên ku li wê derê xerc dibûn wê êdî di pêşveçûna welêt de bi kêr bên."
Kurtulmuş paşê jî di nav esnafan de geriya û li pirsgirêk û kêmasiyên wan guhdar kir.