Türkan Tosun
06 Mijdar 2017•Rojanekirin: 07 Mijdar 2017
ANKARA
Bekir Bozdagê Berdevkê Hikûmetê û Alîkarê Serokwezîr li ser hesabê xwe yê Twitterê êrişa terorî ya ku li Teksasa bajarê Emrîkayê li dêrekê hatibû kirin, şermezar kir.
Bozdag sersaxî da gelê Emrîkayê û wiha got:
"Em ji birîndaran ra şifayê dixwazin. Em vê êrişa menfûr, yên ku kirine, yên li pişt erişkar in bi tundî û nefretê şermezar dikin. Tirkiyeya ku li dijî teror û tundiyê hevkariya xwe ya bi Emrîka û civaka navneteweyî ya ku heta îro didomand wê ji vir pê va jî bidomîne. Ji kîjan dînî dibe bila bibe, êrişên li ser mabedan û kesên ku îbadetê dikin êrişên li dijî mirovahiyê ne, sûcên mirovahiyê ne û nayên qebûlkirin."