24 Gulan 2016•Rojanekirin: 24 Gulan 2016
ANKARA
Serokê Giştî yê AK Partiyê Bînalî Yildirim bi Serokwezîr Ahmet Davutoglu ra hevdîtin kir.
Yildirim piştî Civîna Lijneya Biryar û Rêvebirina Navendî (MKYK) ya li Navenda Giştî ya AK Partiyê hat kirin, saet 17.20an da hat avahiya Serokwezîriyê.
Hevdîtina ku ji mensûbên çapemeniyê ra girtî hat kirin, bi qasî saet û nîvekê kişand.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên serokwezîriyê hat hildan, berî devîr teslîmê li ser birêvebirina hikûmetê û pêvajoyên berdewam dikin, îstîşare kirin.
Serokê Giştî Yildirim piştî hevdîtinê, çû Navenda Giştî ya AK Partiyê.