NÎGDE
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu got ku Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş gotiye 'Çawa ku Kabe ji bo misilmanan pîroz e, çawa ku Quds ji bo Cihuyan pîroz e, Taksîm jî ji bo me wisa pîroz e' û wiha got: "Ma ev gotin gotineke çawa ye? Dixwazî anarşîst be, dixwazî ateîst be, ew ya te ye. Lê zanibin ku em destûrê nadin kes ji Kabe yê xeber de. Dê Demirtaş hedê xwe zanibe. Sînorên xwe jî zanibe."
Davutoglu beşdarî mitînga partiya xwe ya Nîgdeyê bû. Serokwezîr Davutoglu der barê gotinên Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş ên der barê Qada Taksîmê, Kebe û Qudsê de, axivî.
Davutoglû 1ê Gulan Roja Ked û Hevkariyê bibîrxist û wiha dewam kir: "Ez ji vir bangî hemû aliyan dikim. Bila kes ji bo li Taksîmê dîsa kaoseke çêbe hewl nede. Wek sembol heke herin wêderê li wir rêz bigrin em deng nakin; lê em destûrê nadin ku li wir kaos çêbe. Me wisa got, ji bo aştiyê bangewazî kir. Ew hevserokê HDPyê heye ya dibêje 'Ev der ji bo me Kebe ye' ne wisa? Xafîliyeke din jî ev e, ez bangî birayên me yên ku dilê wan bi agirê Filistînê dişewite dikim, dibêje ku 'Quds heke ji bo cihûyan pîroz be...' ma tu berdevkê Îsraîlê yî. Quds ji bo me pîroz e, ji bo me.' Baweriya te çi dibe bila bibe lê em destûrê nadin ku ji Kebeyê re şerîkan çêkin. Demirtaş dê hedê xwe bizane û sînorê xwe jî bizane. Tu ji bo ku li Rojhilat welatiyên me yên kurd ên samîmî bixapînî miftî efendî bikî namzed, li rojava derkevî Taksîmê û wiha bibêjî."
Serokwezîr Davutoglu got ku kabe li ber dilê tirk, kurd, elewî, suniyan bi qîmet e û wiha dewamkir: "Bila Demirtaş hedê xwe zanibe û sînorê xwe jî zanibe. Li vê welatê kî bixwaze dê bawer bike, kî nexwaze dê bawer neke. Yê ku bixwaze dê bibe anarşîst an ateîst. Lê miletê me dirûtiyê qebûl nake. Tu yê li Rojhilat miftî wek namzed nîşan bidî, li Rojava derkevî Taksîmê bê jî ev der ji bo me Kabe ye ne wisa? Xafîliyeke din jî ev e, ez bangî birayên me yên ku dilê wan bi agirê Filistînê dişewite dikim, dibêje ku 'Quds heke ji bo cihûyan pîroz be...' ma tu berdevkê Îsraîlê yî. Quds ji bo me pîroz e, ji bo me.' Baweriya te çi dibe bila bibe lê em destûrê nadin ku ji Kebeyê re şerîkan çêkin."