Haydar Şahin
18 Sibat 2020•Rojanekirin: 19 Sibat 2020
Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva bertek nîşanî daxuyaniya Prokopis Pavlopulosê Serokomarê Yewnanistanê ya li Trakyaya Rojava ji bo nasnameya Kêmnetewên Tirk ên Misliman dibêje "Kêmnetewên Yewnan ên Misliman" da.
Çavuşoglu li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Serokomarê welatekê dibêjin çavkaniya demokrasiyê rabûye ji bo Kêmnetewên Tirk ên Misliman dibêje Kêmnetewên Misliman ên Yewnan. Ligel bi dehan biryarên Dadgeha Mafên Mirvan a Ewropayê. Hûn çi dibêjin bêjin, Kêmnetewên Tirk ên Trakyaya Rojava bi sedan sal in Tirk bûn, ew ê Tirk bimînin...!"
Prokopis Pavlopulosê ew ê di 14ê adarê da wezifeya wû temam bibe di 16 sibatê da Trakyaya Rojava ziyaret kiribû, di axaftina xwe ya li wê derê da bal kişandibû ser kêmnetewan, îdia kiribû ku li gor Peymana Lozanê Tirkên li Trakyaya Rojava kêmnetewên dînî ne, Rûmên Ortodoks ên li Stenbolê jî kêmnetewên neteweyî ne.
Pavlopulos di axaftina xwe da ji bo kêmnetewên Rûm ên li Stenbolê gotibû "kêmnetewên Yewnan". ji bo kêmnetewên Tirk jî gotibû "kêmnetewên Misliman ên Yewnan".
Yewnanistan îdia dike ku îfadeya "Kêmnetewên Tirk" di Peymana Lozanê da derbas nabe, mafê danasîna netewî ya kêmnetewan qebûl nake.
Yewnanistanê hetanî sala 1950yî giştî name îlan kiribû ku di navê komele û xwendingehên kêmênetewan da peyva "Tirk"ê were bikaranîn lêbelê ji sala 1970yî şûn da jî ji ber sedemên siyasî polîtîkaya xwe guherand mecbûr kir ku di dewsa peyva "Tirk"ê da peyva "Misliman"ê were bi kar anîn. Di vê çarçoveyê da li Gumulcîne û Îskeçeyê komeleyên di navê wan da "Tirk" derbas dibe bi biryara dadgehêhatibûn girtin.
Ligel biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yên Yewnanistanê mehkûm dikin, meqamên Yewnanistanê destûrê nadin komeleyên di navê wan da peyva "Tirk"ê derbas dibe an jî yên teze tên avakirin.