İbrahim Atmaca
17 Sibat 2020•Rojanekirin: 18 Sibat 2020
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu daxuyanî da rojnameya Îzvestiyayê ya Ûris û li ser geşedanên dawîn ên Îdlibê sekinî.
Çavuşoglu bal kişand ku ji bo mijara Îdlibê gelek gav hene ku divê werin avêtin û wiha dewam kir: "Tirkiye û Rûsya seba mitabaqata Îdlibê tevkariyê didomîne. Hûn ê bersiva dawîn a vê mijarê piştî hevdîtina ku heyeta me li Moskovayê dike, hîn bibin. Divê em destûrê nedin ku pirsgirêka Sûriyeyê tesîrê li ser tevkariya navbera Tirkiye û Rûsyayê bike."
Çavuşoglu diyar kir, piştî hevdîtina ku li Moskovayê di navbera heyetan da tê kirin, biryar wê were dayîn ku kirina civîneke din hewce dike yan nake.