Haydar Şahin
06 Tebax 2020•Rojanekirin: 06 Tebax 2020
Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva bi bavê Muhammed Omeyratê welatiyê Tirkiyeyê yê di teqîna li Bêrûda paytextê Libnanê da birîndar bibû ra axivî û derbasîbûn da malbatê.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên dîplomatîk hatin sitandin, Çavuşoglu bi Fuat Omeyratê bavê Muhammed Omeyratê li Libnanê birîndar bibû ra bi têlefonê axivî.
Do li Bendera Bêrûdê di depoya bi nimareya 12an da pêşiyê şewat derketibû û paşê jî teqîneke mezin çêbibû û Bêrûd hejandibû.
Çavuşoglu do di peyama xwe ya li ser Twitterê da diyar kiribû ku di teqînê da 6 welatiyên Tirkiyeyê birîndar bûn, birîna 5 kesan piçûk e û rewşa welatiyê ku emeliyat bû jî ber bi başiyê va diçe.