Haydar Şahin
28 Nîsan 2018•Rojanekirin: 28 Nîsan 2018
MOSKOVA
Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva bi Sergey Lavrovê hevtayê xwe yê Rûsyayê û Cewad Zerîfê hevtayê xwe yê Îranê ra li Moskovaya paytextê Rûsyayê hat ba hev.
Çavuşoglu ji bona beşdarî civîna ew ê tê da qirîza Sûriyeyê û gavên lazim dikin werin avêtin were nirxandin ya Wezîrên Karên Derva ya Tirkiye-Rûsya-Îranê ya Sêalî bibe hat Moskovayê.
Çavuşoglu di çarçoveya ziyaretê da bi Zerîf ra hat ba hev û di hevdîtinê da bi Zerîf ra li ser hevkariya aborî û tûrîzmê ya di navbera herdu welatan da, mijara Sûriyeyê û herêmê axivî.
Çavuşoglu piştî civînê bi Lavrov ra hat ba hev û li vê derê daxuyanî da. Wezîr Çavuşgolu destnîşan kir ku têkiliyên di navbera Tirkiye û Rûsyayê da her diçe ji berê baştir dibin, di mijarên herêmî da jî bi hev ra xebatên serkeftî dimeşînin.
Çavuşoglu piştî vê civînê derbasî civîna wezîran a sêalî bû û ew ê piştî vê civînê jî daxuyaniyê bide rojnamevanan.