İbrahim Atmaca,Haydar Şahin
03 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2018
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku Tirkiye ji bo Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) deriyê dinyayê ye û wiha got: "Dixwazin ku cardin bi me ra têkiliyên xwe baş bikin, xurt bikin. Divê em jî ji hin tiştan bawer bikin."
Çavuşoglu bi nûnerên medyayê ra ji bo parvekirina vîzyona polîtîkaya dereke civîn li dar xist.
Çavuşoglu referanduma li Iraqê bi bîr xist û got ku Tirkiyeyê bi awayekî zelal eşkere kir ku çima li dijî referandumê ye.
Çavuşoglu wiha axivî: "Me li Hewlêrê ji Mesûd Barzanî ra tiştên ku îro diqewimin yek û yek gotin, lê êdî bi kê bawer kiribin, bi hişê kê kiribin nizanim, ji ya xwe nehatin xwarê. Got ku ez ê li ser maseyê xurt bim. Li ser maseyê jî rûnenişt."
Çavuşoglu ragihand ku ew dixwazin li Iraqê HKI û hikûmeta navendî bi diyalogê pirsgirêkên xwe çareser bikin, Tirkiyeyê helwesteke ku cezayê bide sivîlan nîşan neda.
Çavuşoglu got, "Di vê pêvajoyê da Tirkiyeyê ji bo çareserkirina pirsgirêkê roleke girîng bilîze. Em dibînin ku herdu alî jî vê dixwazin. Ji bo ku Iraq bigihêje îstiqrarê em ê hemû piştgiriyan bidin. Helbet me di vê mijarê da birayên xwe yên tirkmen tu carê bi tenê nehîşt û hizûr û beqaya wan li pêşiya her tiştî girt."
Ji Çavuşoglu pirsîn ku Nêçîrvan Barzanî dixwaze hevdîtinê bike û têkiliyên bi HKIyê ra ew ê çito pêş bikevin. Li ser vê Çavuşoglu wiha got: "Ya rastî rêveberiya kurdan û kurdên li wê derê tiştek dîtin. Ji serî hetanî nika welatê ku ji wan ra tişta rast digot û durist tevdigeriya Tirkiye bû. Heke Tirkiye nebe tu meneyeke Rêveberiya Herêma Kurdistanê tune. Hemû tiştên wan girêdayî me ne. Deriyê ku ji herêmê ra vedibe dinyayê Tirkiye ye. Heke destûra me tunebe nikarin derkevin derva jî. Dixwazin dîsa têkiliyên xwe yên bi me ra serast bikin. Dibê em jî ji hin tiştan bawer bikin. Daxwaz hene ev û tên nirxandin."