Nihat Kavşut
03 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2018
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Hesen Ruhaniyê Serokomarê Îranê bi telefonê axivîn.
Li gor çavkaniyên Serokomariyê Erdogan û Ruhanî çalakî û protestoyên ji 28ê kanûnê vir va li Îranê dewam dikin gotûbêj kirin.
Serokomar Erdogan destnîşan kir girîngiyê didin parastina îstiqrar û hizûra civakî ya Îranê û wiha got: "Daxuyaniya Ruhanî ya got di dema mafê çalakiyên aştiyane da hereketkirina li gor qanûnan di cî da ye."
Li gor agahiyan Ruhanî jî sipasiya Erdogan kir û destnîşan kir hêvîdar in di nav çend rojan da xwepêşandan biqedin.