23 Tebax 2017•Rojanekirin: 23 Tebax 2017
BEXDA
Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva di serdana xwe ya li Iraqê da bi Selîm el-Cuburiyê Serokê Meclisê ra civiya.
Hevdîtin li paytext Bexdayê li Herêma Kesk hat kirin û ji çapemeniyê ra girtî bû.
Di hevdîtinê da Mihemed Îqbalê Wezîrê Perwerdeyê yê Iraqê û hin siyasetmedarên sunî jî amade bûn.
Çavuşoglu piştî hevdîtina bi parlementer û siyasetmedarên tirkmen ra wê bi Heyder Ebadiyê Serokwezîrê Iraqê ra bicive.
Piştî serdana xwe ya li Bexdayê Çavuşoglu wê here Hewlêrê û bi Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistanê ra bicive.