17 Sibat 2016•Rojanekirin: 18 Sibat 2016
Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş: "(Geşedanên der heqê Komîsyona Mutabaqata Destûra Bingehîn da) Her kî ji vê îradeya çêkirina destûra bingehîn bireve, milet dê bibîne û dê cezayê wê bide. Ez pir eşkere dibêjim. A ku CHPyê kir, bi taybetî jî qet li wê yekbûna helwest û hizrî ya ku di serî da pêk hatibû, nehat. Guncaw nîne."
Numan Kurtulmuşê Alîkarê Serokwezîr got, "(Der barê Komisyona Mitebeqata Makezagonê da) Di demeke ku li Tirkiyeyê evqas tengasî hene da domandina xebatên Komisyona Lihevkirina Makezagonê di heman demê da ji bo vekirîmayîna rê û rêziknameya kanalên siyasal mieseseyeke mihîm bû. Em ji komisyonê vekişîna CHPê tu carî rast nabînin. CHP nikare bi tu awayî vê ji milet ra bêje. Miletê CHPê wek petiyeke ku ji çêkirina makezagonê direve bibîne."