Arîkarê Serokwezîr Nûman Kûrtûlmûş A Haberê beşdarî bernameyekê bû û der barê rojevê de daxuyanî da.
Kûrtûlmûş li ser pirsa "Ocalan dibêje ku 'heke her kes samîmî be pirsgirêk dê di nav hefteyekê de bên çareserkirin. Di vê pakêtê de gelo hatin asteke wiha?' diyar kir ku hevdîtinên bi Îmraliyê re duh dest pê nekirin, ev demeke dirêj e ku berdewam dike.
Kûrtûlmûş got ku "Ez ji wan kesan im ku bawer dike ku heke her kes ji dil biaxive, bi uslûba aştiyê tevbigere li Tirkiyeyê çareserî li cihekî gelekî nêz e."
Kûrtûlmûş got ku ez digel provakasyonên mezin ên di 6-7ê cotmehê de dîsa vê nêrînê diparêzim û piraniya kar temam bû, mijarên dijwartir û girantir man, a girîng ew e ku ev vîn wiha berdewam bike.
Kûrtûlmûş da zanîn ku daxuyaniyên ku ji giravê tên dayîn nîşan didin ku ev vîn digel hemû provakasyonan berdewam dike.
Kûrtûlmûş di mijara efû û xweseriyê de jî nirxandin kirin û got ku Tirkiyeyê berdêleke gelekî mezin da, dora 30 salî nêzî 35 hezarî mirov mirin. Kûrtûlmûş got ku ji ber terorê nêzî 1.2 trîlyon dolarî zirar Tirkiyeyê çêbû û kes dê nexwaze ku careke din vê berdêlê bide.
Kûrtûlmûş axaftina xwe wiha berdewam kir: "Di nav salên dawîn de rêxistin jî guherî û komên teror ên li çiyê guherîn û bûn rêxistina KCKyê. Ez di vê çarçoveyê de îxtimal nadim ku rêxistin jî car din li çiyan demek dirêj şer bike. Piştî ku mirov bi xweşkihaya aştiyê hesiyan û dîtin ku ev dibe ku bibe aştiyeke mayînde tu kes car din piştgirî nade têkoşîna çekdar."
Kûrtûlmûş da zanîn ku kurdên li welêt jî dizanin ku hemnijadên çîna yekem û wekhev ên Komara Tirkiyeyê ne û dizanin ku vîneke ku di mijara mafên mirovan de tu carî nakeve nav kompleksên siyasî û ji bo dayîna mafên mirovan heta dawiyê têkoşînê dide heye.
Kûrtûlmûş diyar kir ku pêvajoyeke ku dikarin li ser provakasyonan bikin, tê birêvebirin lê belê li cihekî nêzî çareseriyê ne. Kûrtûlmûş got ku ez jê bawer im ku tu kesî eqilmend dê nexweze ku vegere berê.