08 Gulan 2017•Rojanekirin: 08 Gulan 2017
ANKARA
Meclisa Partiyê ya CHPyê Parlamenterê Mersînê Fîkrî Saglar bi daxwaza "îxrackirina eşkere ya bitevdîr" sewqî Lijneya Dîsîplînê ya Bilind kir.
Endamên Meclisa Partiyê bi serokatiya Serokê Giştî Kemal Kiliçdaroglu ve li hev civiyan û li ser rewşa Fîkrî Saglar axivîn.
Civînê bi axaftina Kiliçdaroglu ve dest pê kir.
Parlamenterê Mersînê Saglar destûr xwest û bersiv da îdiayên ku der barê wî de tên gotin.
Saglar got ku hin gotinên ku di rojnameyekê de bûye manşet ne gotinên wî ne û wî şîroveya "Zilamê tekane" nekiriye.
Di civînê de der barê Saglar de rayên veşartî hatin avêtin. 38 kesan got "erê", 19 kesan jî got "na". Piştî raydayînê meclisa partiyê biryar da ku Saglar bi daxwaza "îxrackirina eşkere ya bitevdîr" sewqî Lijneya Dîsîplînê ya Bilind bibe.