07 Gulan 2017•Rojanekirin: 08 Gulan 2017
ANKARA
Wezîrê Dadê Bekir Bozdag beriya ziyareta 15-17ê gulanê ya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, ji bo îadekirina Fetullah Gulenê serkirdeyê Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) û girtina wî ya berwext guftûgo bike, bi balafira taybet va çû Amerîkayê.
Balafira Bozdag û heyeta pê ra li Balafirgeha Leşkerî ya li Etîmesgutê hereket kir û çû Amerîkayê.
Wezîrê Dadê Bozdag wê sibê bi saeta herêmî va di 17.30î da bi Wezîrê Dadê yê Amerîkayê Jeff Sessions ra hevdîtinê bike.
Wezîr Bozdag wê di hevdîtinê da der heqê çar dosyeyên li ser îadekirina Gulenê serkirdeyê FETO da, ku ji amerîkayê ra hatine şandin, wê agahiyan bide û delîlên nû yên ku Gulen di nav hewla derbeya 15ê tîrmehê da ye, bide.
Ji bo ku dosyeyên îadekirin û girtina berwext ji dadgehan ra werin şandin, Wezîr Bozdag wê bîne rojevê.