Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der heqê têkoşîna li dijî terorê de wiha got: "Wekî dewlet emê mil bidin hev û çi dereng çi zû emê li hemberê terorê bi ser bikevin. Bi tu awayî qelsî û teralî dê ji xwe re cih nebîne. Ku ew bi kîjan zimanê fêm dikin, emê jî bi wî zimanî qise bikin û li ser rêya xwe bimeşin."
Serokomar Erdogan ji Guneysuya navçeya Rîzeyê çû û di saet 20.00an de ber bi Trabzonê bi rê ket.
Erdogan beriya ku ji navçeyê biçe li ser otobusê bangî welatiyên li ber Mizgefta Mezin a Guneysuyê kir.
Erdogan ji ber eleqeya wan a germ spasiya welatiyan kir.
Erdogan destnîşan kir ku di qonaxeke wiha krîtîk de di warê têkoşîna li hemberê terorê de hewce bi diayê welatiyan heye û wiha xeberda:
Ez dixwazim ku hûn vî baş bizanibin, Wekî dewlet emê mil bidin hev û çi dereng çi zû emê li hemberê terorê bi ser bikevin. Bi tu awayî qelsî û teralî dê ji xwe re cih nebîne. Ku ew bi kîjan zimanê fêm dikin, emê jî bi wî zimanî qise bikin û li ser rêya xwe bimeşin. Herwekî ku duhê di merasîma cinazeyê komîserê me yê şehîd de jî min got, ev têkoşîna heq û batilê ye. Çi zû û çi dereng heqê bi ser bikeve. Bila şika tukesî di vî warî de tunebe. Ez ducar jidil we selam dikim û we hemûyan emanetê Xwedê dikim."