Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu piştî hevdîtina xwe ya bi Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ya di çarçoveya xebatên avakirina hikûmetê de li Navenda Giştî ya AK Partiyê civîna çapemeniyê li dar xist.
Davutoglu destnîşan kir hevdîtina wî ya bi Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî re gelekî durist û jidil derbas bû û wiha xeberda: "Wî diyar kir dema ku wan 4 mijarên ku berê jî wan bi raya giştî re jî parve kirin, bînin rojevê û yek bi yek li ser rawestin, wêçaxê eşkere dibe ku îhtimala avakirina koalîsyoneke bi AK Partiyê re namîne. Min jî li hemberê nêrîna wan, rêzgirtina xwe îfade kir."
Davutoglu bal kişand ku ew tu deriyî nagirin û wiha dewam kir:
"Lêbelê li gorî tabloya aniha li ber îhtimala avakirina koalîsyonê rêyek xuyan nake. Ji bo ku welat bê hikûmet nemîne, ez hatim wezîfedarkirin. Di vê çarçoveyê de ji destê min her ku çi hat, min kir, ez di vê mijarê de ji hêla menewî mûtmaîn im. Min heya dawiyê hewldana xwe domand."
Davutoglu daxuyand ku Bahçelî got, ew wê îhtimalê nabînin ku bi AK Partiyê re koalîsyonekê ava bikin û wiha xeberda:
"Dû re wî bixwe senaryoyên muhtemel bilêv kir û got: 'Îmkana koalîsyonekê xuyan nake, mimkûn nayê dîtin ku bi AK Partiyê re koalîsyoneke hilbijartinê ya demkî were avakirin'. Wî got ku jixwe wan berê jî diyar kiribû ku dê piştgiriyê nedin koalîsyoneke kêmjimarê. Ji bo hilbijartina pêşwext jî got ku heger hikûmet biryara civîna Meclisê bide, ewê beşdarê civînê bibin, lê ewê piştgiriya biryara hilbijartina pêşwext jî nekin."
"Derket holê ku zemîna koalîsyonê tuneye"
Davutoglu diyar kir ku di hevdîtina digel Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu û ya digel Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî de bingeha koalîsyonekê nehat danîn û wiha pê de çû: "Mixabin digel ku me pir dixwast, lêbelê bi awayekî zelal derket holê ku ne bi CHPyê û ne jî bi MHPyê re zemîna avakirina koalîsyonekê pêk nehat."