Di daxuyaniya li dû Civîna Ewlekariyê ya Taybet a ku di bin serokatiya Serokwezîr Ahmet Davutoglu de pêk hat de wiha hat gotin: "Biryar hatiye stendin ku ji bo asayîşa qamûyê û parastina ewlekariya me ya neteweyî her cure tevdîr bi awayekî pir baldar were meşandin û tevdîrên din ên hewce jî bi lezgînî werin standin."
Di daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya Serokwezîrtiyê de hat daxuyandin ku di civîna ewlekariyê ya ku îro li Koşka Çankayayê di bin serokatiya Serokwezîr Davutoglu de pêk hat de êrîşên ku di van demên dawîn de bi destê rêxistinên terorê DAEŞ û PKKyê ji hemû aliyan ve hatin nirxandin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Di vê çarçoveyê de tevdîrên ku li hemberê êrîşên menfûr ên ku bûn sedema mirina gelek welatiyên me yên sivîl û şehîdbûna peywirdarên me yên ewlekariyê ji ber çavan re hatin derbaskirin. Biryar hatiye standin ku ji bo asayîşa qamûyê û parastina ewlekariya me ya neteweyî her cure tevdîr bi awayekî pir baldar were meşandin û tevdîrên din ên hewce jî bi lezgînî werin standin."