ERZURUM / KARS
H.Yyê êndamê PKKya rêxistina terorê yê ku li Qersê radestî cendermeyê bû û bi hinceta "bû endamê rêxistina terorê ya çekdar" hat girtin, li dozgeriyê îfade da.H.Y dema îfadedayînê derheqê teqîna mitînga HDPyê ya li Diyarbekirê çêbû de, agahiyên girîng parve kirin.
H.Y. (19)yê di 18ê tîrmehê de teslîmî Fermandariya Qereqola Cendermeyê ya Navend a Dîgorê bû got ku ew di hin çalakiyan de cih girtiye û poşman e. Li ser vê H.Y digel parêzerekî di 20ê tîrmehê de derxistin dadgehê û piştî miameleyan bi hinceta "bû endamê rêxistina terorê ya çekdar" hat girtin.
H.Y, di îfadê xwe de diyar kir ku ew berê li Stenbolê dima û li vir di bazarê de dixebitiya, piştre bi "Omerê" îdia dike ku bi PKKya rêxistina terorê re têkiliya wî heye re ket têkiliyê û çend roj bi wî re ma.
H.Y derheqê teqîna Diyarbekir de jî wiha axivî:
"Berî hilbijartinê, ku hê ji mitînga li Diyarbekirê ya HDPyê re 3-4 roj mabûn, jineka bi navê Rojîn bangî min û Omer kir. Jinikê li hundir bi Omer re axivî û piştre Omer hat bal min got 'rabe em diçin Diyarbekirê.' Ez, Omer, Rojîn û yekî din ku li ba wan dixebitiya gel hev bi otobêsê çûn Diyarbekirê. Em li Diyarbekirê çûn xaniyekî ku li navenda bajêr bû. Li vir du mêr hebûn. Wan Omer nas dikir. Demekê axivîn û piştî axaftinê bombeya ku li mal bû teslîmê Omer kirin."
"Bombeyê ji çente derxistin û danîn ser masê, min wê çaxê bombe dît. Dû re bombeyê dîsa kirin çente û teslîmê Omer kirin."
H.Y wiha dewam kir: "Gava ku em ji wir derketin min ji Omer re got 'em ê bi vê bombeyê çi bikin' got 'tu li ba van mêran rûnê, dema ku ez vegerim ez ê ji te re gilî bikim.' Ez li wir hêviya Omer sekinîm. Omer jî rahişt bombeyê û çû. Ez nêzî du saetan li vir hêviya Omer sekinîm. Omer hat û em dîsa bi otobêsê vegeriyan Stenbolê. Di rê de ji min re got ku wî ew bombe di qada dê lê mitîng bê kirin veşartiye, heta polêsek bombe bi cih kiriye û dê roja mitîngê de ew ê ew polês bombeyê biteqîne. Omer got ew ê bibêjin qey AKPyê ew bombe li wir bi cih kir û teqand, herwiha ew ê rêjeya dengên AKPyê dakeve û rayên HDPyê zêde bibin. Em bi hev re dîsa çûn mala Rojînê. Danê êvarê me bihîst ku bombe di mitîngê de teqiyaye. Rojîn kêfxweş bû û got 'teqez em ê di hilbijartinê de, bi ser bikevin' karê me hêsan bû."