ANKARA
Civîna heyema zivistanê ya Şêwra Leşkerî ya Bilind (YAŞ) li Serokatiya Sererkaniyê dest pê kir.
Civîna YAŞê di serokatiya Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan de dest pê kir û Serokê Sererkaniyê Orgeneral Necdet Ozel, Wezîrê Parastina Neteweyî Îsmet Yilmaz, Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Hûlûsî Akar, Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Bulent Bostanoglû, Fermandarê Hêzên Hewayê Orgeneral Akin Ozturk, Fermandarê Giştî yê Jendermeyê Orgeneral Servet Yoruk û hin fermandarên din beşdarî civînê dibin.
Civîn piştî kişandina dîmenan ji çapemeniyê re hat girtin û civîn hê didome.