BALIKESÎR
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglû li ser mudaxeleya Parlementerê CHPê yê Tûnceliyê Kamer Genç ya li ser axaftina xanima Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan Emîne Erdogan got ku "Mudaxeleya li ser axaftina Xaminefendiyê rast nîne."
Kiliçdaroglû Odeya Bazirganiyê ya Balikesîrê ziyaret kir û li wir bersiva pirsên rojnamevanan da.
Mudaxeleya Genç ya li ser axaftina Emîne Erdogan hat bibîrxistin, Kiliçdaroglû li ser vê yekê wiha axivî: "Mudaxeleya li ser axaftina Xaminefendiyê rast nîne. Mudaxeleya li ser axaftina jinekê rast nîne. Civîna li Balyozxaneya Japonyayê hat kirin, her wekî ku li xaka Japonyayê hatibe kirin e. Ango Balyozxaneya Japonyayê cihekî wisa ye ku serdestiya Japonyayê li wir heye. Ji ber vê yekê mudaxele rast nîne lê rastiyeke din jî heye; mudaxeleya ku li Kamer Genç kirin jî rast nîne. Ango du xeletiyên cuda hene, ji her du xeletiyan rastiyek derneket. Kurtasiya vê yekê ev e."
Rojnamevanekî pirsa 'Der barê Genç de dê pêvajoya disîplînê bidin destpêkirin an na' kir, li ser vê pirsê Kiliçdaroglû got ku "Ev bûyer bi komê re eleqedar e."