11 Adar 2016•Rojanekirin: 12 Adar 2016
BURDUR
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Burdurê di merasima vekirinên giştî da xeberda.
Serokomar Erdogan der barê ji bo rojnameya Zamanê tayînkirina kayyum da wiha got: "Li ber rojnameyê civiyan, polês ketin hundir, lê li hundir ne makîne û ne jî kompîtur mane. Her tiştî birine. Çima, lewra di hemû saziyên dewletê da bi cî bûne. Çi bikin jî wê nikaribin xwe xilas bikin û birevin. Min çi digot, em ê bikevin şikeftên wan. Em ketin şikeftên wan û em ê hê jî bidomînin."
Erdogan xeberdana xwe wiha berdewam kir: "Ev sextekar in, canbaz in. Kerem bikin û mêze bikin, hemû hîleyên wan derdikevin holê. Yanê çi ye, azadiya çapemeniyê ye. Hela bînin bîra xwe rojnameya wan e û li ser sûc tên girtin. Wezîfedarên ewlekariyê diçin wê derê ji bo ku pêşî li wezîfedaran bibirin xuşkên me yên sergirtî û yên servekirî li wê derê kom kirine. Vana di hilbijartinê da li Başûrê Rojhilatê ev xuşkên me yên sergirtî bi PKKyiyan ra anîn bal hev."
Serokomar Erdogan bal kişand ser biryara Dadgeha Makezagonê û wiha axivî: "Dadgeha Makezagonê li vî welatî lazime di nav saziyên ku di mijara parastina berjewendî, mafên mirovan, dewlet û welêt da ya herî hesas be. Lê vê saziya hanê digel serok û hin endamên wê va di demên dawîn da li hemberî êrîşa ku ser Tirkiyeyê hat kirin da dijî Tirkiyeyê biryar dan."
Serokomar Erdogan der heqê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a ji bo Dundar û Gul da wiha got: "Birêz Serokê berê bixwe ji min ra got ku 'heta em hincetê amade nekin, em biryarê eşkere nakin.' Lê mixabin ji ber vê bûyerê ez zehf xemgîn bûm û ji vir jî bi eşkereyî dibêjim, zehf qelbê min ma. Çima, ji ber ku yên li wê meqamê rûdinin divê rast û durust bin. Ji min ra vê gotine. Lewra ev hevalê me serokê berê ji ber ku beriya hincetê biryarê eşkere dikir rexne dikir, niha jî bixwe bi lezûbez biryarê eşkere kir."
Erdogan der heqê biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn a ji bo Dundar û Gul da xeberdana xwe wiha dewam kir: "Mehkemeya ewil çi gotiye, ji sîxuriyê ev girtiye. Hûn çi dibêjin 'Naxêr di vê da tiştekê wisa tune'. Îadeyî vê derê dikin. Lê belê ez biryara dadgeha ku ji ber sîxuriyê biryara girtinê daye jî fehm nakim. Dadgeha ewil jî dikaribû ku ji ser biryara xwe neyê xarê. Ber xwe bide hela. Wê çaxê Dadgeha Qanûna Bingehîn ewê çi bike hela em wê jî bibînin. Li gor min ku dadgeh ji ser biryara xwe nehata xarê, wê çaxê dengeyê zehf cuda biguheriya."
Erdogan diyar kir ku parastina Destûra Bingehîn wezîfeya wî ye û wiha peyivî: "Ez wek serokomar ji xeynî bêbextiya li dijî welêt bi tu sûcekî din nayêm sûcdarkirin. Lê parastina destûra bingehîn wezîfeya min e jî û dibêjim li gor benda 104emîn destûra bingehîn tevbigere. Bendek qebûl bike û ya din nede aliyekê. Di vê mijarê da hesas be. Çawa berê dema Rêxistina Paralel xwest darazê hilweşîne em li hember sekinîn û me têkoşîn da, em ê di vê mijarê da jî helwesta xwe nîşan bidin. Wek Serokomar li gor Destûra Bingehîn dewleta Komara Tirkiyeyê û gelê Tirk temsil dikim û ji bo pêkanîna Destûra Bingehîn û saziyên dewletê berpirsiyar im. Di vê mijarê da kî derkeve derveyî wezîfeya xwe ez ê li hember bisekinim. Heger Dadgeha Destûra Bingehîn ji bikeve vê rêyê ez ê li ser navê gelê xwe îtiraz bikim û li hember derkevim. Ya rast heger li dijî van hewldan, xeletî û niheqiyan dernekevim ez ê layiqî wezîfeya xwe nebim. Mesele ev e."