22 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2019
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu got, Tel Ebyad û Resûleyna ku niha di nav qada Herekata Kaniya Aştiyê da cih digirin, wê bi heman awayî bê parastin."
Piştî civîna Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ku li Soçiya bajarê Rûsyayê hat lidarxstin, Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu muxtiraya mutabeqetê xwend.
Çavuşoglu destnîşan kir ku herdu alî pabendiya xwe ji bo parastina yekîtiya siyasî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê û herwiha parastina ewlekariya neteweyî ya Tirkiyeyê teyîd dikin.

Çavuşoglu wiha axivî:
"Tel Ebyad û Resûleyna ku niha di nav qada Herekata Kaniya Aştiyê da cih digirin, wê bi heman awayî bê parastin. Hemû terorîstên YPGyî wê tevlî çekên wan ji Tel Rifat û Minbicê derxistin. Piştî 23yê cotmehê piştî 12.00an olêsên eskerî yên Ûris wê hêzên YPGê û çekên wan ji sînorê Tirkiyeyê bi qasî 30 kîlometreyî dûr bixin. Li rojhilat û rojavayê herêma Herekata Kaniya Aştiyê bi qasî 10 kîlometre kurahiyê da wê dewriyeya hevbeşî ya Tirk û Rûs dest pê bike."
Çavuşoglu herwiha anî ziman ku herdu alî giringiya Hevpeymana Adanayê teyîd dikin û tekezî li wê yekê kir ku dê Rûsya asankariyê di cîbicîkirina Hevpeymana Adanayê de, bike.