23 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2019
Wezareta Parastina Neteweyî: "Bi mutabaqata ku di navbera Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Federasyona Rûsyayê Vladimîr Putîn da hat çêkirin ji îro pê va xebatên mişterek wê dest pê bikin."
Li Wezareta Parastina Neteweyî daxuyaniya çapemeniyê ya agahdarkirinê hat lidarxistin û Yarbay Nadîde Şebnem Aktopa Serbaza Têkiliyên Gel û Çapemeniyê ya Wezareta Parastina Neteweyî der barê Herekata Kaniya Aştiyê da axivî.
Aktopê diyar kir li gor mutabaqata bi Rûsyayê ra li dervayî qada Herekata Kaniya Aştiyê hewcedarî bi herekateke nû nemaye û wiha got: "Bi mutabaqata ku di navbera Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Federasyona Rûsyayê Vladimîr Putîn da hat çêkirin ji îro pê va xebatên mişterek wê dest pê bikin."
Yarbay Nadîde Şebnem Aktopa Serbaza Têkiliyên Gel û Çapemeniyê ya Wezareta Parastina Neteweyî diyar kir Tirkiyeyê bi tu awayî nehêle ku li başûrê sînorên wê korîdora terorê ava bibe û got ku şerê me yê dijî terorê wê bidome.
Aktopê destnîşan kir herekatê feydeyeke mezin da ku herêm ji terorê bê paqijkirin û zext û zilma rêxistina terorê ji ser xelkê herêmê rabe.
Yarbay Nadîde Şebnem Aktopê diyar kir bi berterefkirina gefa terorê sedema herî mezin ya koçberiyê jî wê ji holê bê rakirin.
Nadîde Şebnem Aktopê got ku ji 9ê Cotmehê vir va ku Herekata Kaniya Aştiyê dest pê kir 130 jê jin 2 hezar û 330 welatiyên me ji bo eskeriya dildarî serlêdan kirin.