ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu wê cara ewil serokatiya civîna Şûraya Leşkerî ya Bilind (ŞLB) bike.
Civîna şêwrê ya heyama zivistanê wê li Baregeha Serokatiya Sererkaniyê sibê were kirin.
Endamên şûrayê wê beriya civînê di bin serokatiya Davutoglu de biçin serdana Anitkabîrê û ji vir jî derbasî civîna ku wê li Salona Çakmakê bê li dar xistin bibin.
Hat destnîşankirin ku wê di civînê de li ser modernîzekirirna Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK), geşedanên li herêmê û amadehiya ji bo şer bisekinin. Biryarên ku di civînê de derketin jî wê pêşkêşî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bikin.
Wê Serokê Sererkaniyê Orgeneral Necdet Ozel, Wezîrê Parastina Neteweyî Îsmet Yilmaz, Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Hulusî Akar, Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Bulent Bostanoglu, Fermandarê Hêzên Hewayê Orgeneral Akin Ozturk, Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Orgeneral Abdullah Atay, Fermandarê Artêşa 1emîn Orgeneral Salih Zekî Çolak, Fermandarê Artêşa 2yemîn Orgeneral Adem Hudutî, Fermandarê Artêşa 3yemîn Orgeneral Umît Dundar, Fermandarê Artêşa Egeyê Orgeneral Galîp Mendî, Serokê 2yemîn ê Sererkaniyê Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Doktrîn û Perwerdeya Hêzên Bejayê (EDOK) Orgeneral Kamîl Başoglu, Fermandarê Akademiyên Şer Orgeneral Abdullah Recep, Fermandarê Hêzên Hewayê yên Şer Orgeneral Abîdîn Unal û Fermandarê Deryavaniyê Koramîral Veysel Kosele beşdarî civînê bibin.