13 Adar 2016•Rojanekirin: 14 Adar 2016
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel li ser telefonê axivîn.
Li gor agahiyên Serokwezîrtiyê, Serokwezîr Davutoglu li ser daxwaza Şansolye Merkelê bi telefonê axivî.
Di axaftinê de behsa encamên Civîna YE û Tirkiyeyê ya ku di 7ê adarê de çêbûbû û amadehiyên Civîna YE û Tirkiyeyê ya ku wê di 18ê adarê de li Brukselê çêbibe hat kirin.
Davutoglu qala hêviyên xwe yên ji civîna ku wê di18ê adarê de çêbibe, serbestiya vîzeyan a ji bo welatiyên tirk, tekoşîna li hember koçê û mijarên din kir.
Hat gotin ku Merkelê jî destnîşan kiriye ku di serî Almanya, welatên YEyê bibiryar in ku bi Tirkiyeyê re hevkariyê bikin. Ji bilî vê Merkelê der barê civîna ku wê di 18ê adarê de pêk bê agahî da.