13 Adar 2016•Rojanekirin: 14 Adar 2016
ÎSTANBÛL
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurulmuş beşdarî weşana zindî ya Ulke TVyê bû û bersiva pirsên der barê rojevê de da û li ser pirsa der heqê fezlekeyên seba parlementeran da jî diyar kir ku mijara parêzbendiyê seba parastina demokrasiyê heye, ne seba parastina parlementeran.
Kurtulmuş bal kişand ku di nava pergala demokratîk da herkes li ser kursî dikare ya dilê xwe bêje û wiha pê da çû, "Mijara rakirina parêzbendiyê jî, heger di karên ku hatine kirin da tiştekî ku zirarê bide demokrasiyê qewimîbe, parlemento biryareke dide, ev jî têkildarê parastina demokrasiyê ye, ne ya şexsan e."
Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş bal kişand ku ev rêgez li Tirkiyeyê şaş tê fêmkirin û got ku hebûna parêzbendiyê amûrek e ji parastina demokrasî û parlementoyê, ne seba şexsan.
"Dema ku pêvajo dest pê bike emê helwesta xwe diyar bikin"
Kurtulmuş got ku der heqê fezlekeyan da pêvajoyek dimeşe û wiha pê da çû, "Ev ne pêvajoyek e ku emê bi serê xwe an jî partiyekê qenaetekê eşkere bike û bimeşîne. Ev fezleke dê bêneparlementoyê, dê di komîsyonên eleqedar da, di komîsyonên têkel da bên gotûbêjkirin. Heger hewce bike, dibe ku di jêrkomîsyonekê da yek bi yek mizakereya van fezlekeyan pêk were. Dû re jî dê bêne parlementoyê. Anku pêvajoyeke hiqûqî ye ku dê dewam bike. Vêga der barê fezlekeyan da pêvajoyeke ku dest pê kiriye, tuneye. Dema ku pêvajoyê dest pê kir, emê wekî AK Partî rûnin xeberdin û helwesta xwe diyar bikin."
"Berpirsiyariya sereke li ser milê HDPyiyan e"
Li ser pirsa, "Qet car heye ku hûn dibêjin, hate xeneqê, êdî sebra me nema?", Kurtulmuş wiha bersiv da:
"Di vir da ji tevgereke hisî bêtir hewce ye ku mirov li gorî menfaeta memleket hereket bike. Ez jî wekî kesekî ku beşdarî cinazeyên şehîdan dibe, hesasiyetên li wir dibîne, ez dibînim ku dilê welatiyên me ka çawa dişikê û ez bi hesasiyeta civakê beled im. Di nava zemîneke demokratîk da, di nava siyaseta demokratîk û meşrû da hebûna HDPyê seba Tirkiyeyê derfetek e. Lêbelê berpirsiyarî dîsa li ser milê parlementerên HDPyê ye ku ev derfet seba Tirkiyeyê baş û rind were emilandin."