ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu bi Alîkarê Serokomarê Iraqê Usame Nûceyfî re hat bal hev û bi hev re xwarin xwarin.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên Serokwezîrtiyê hat bîterkirin, li dû hevdîtina ku li Avahiya Fermî ya ku bi qasî 30 deqîqeyî kişand Davutoglu û Nûceyfî derbasî xwarinê bûn.
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Taner Yildiz, Alîkarê Serokê Giştî yê Ak Partiyê Yasîn Aktay, Cîgirê Misteşarê MÎTê Îsmaîl Hakki Mûsa, Serşêwirmendê Karên Derve yê Serokwezîrtiyê Kemal Okem û Balyozê Iraqê yê Enqereyê Talal Cemîl Salih Hesen el-Ûbeydî, Parlementerên Iraqê Hesen Tûran û Huseyîn Dewle beşdarî xwarinê bûn.
Xwarinê bi qasî saetekê dewam kir.