Kesên ku ji bo hilbijartinên di hezîranê de bernamzediya xwe eşkere kirin, beriya hilbijartinê ji bo ku derbasî asta "namzediyê" bibin, bi kampanyayên ku dê bikin dê hewl bidin ku bala navendên giştî yên partiyan û raya giştî bikşînin. Hat diyarkirin bernamzedekî parlementeriyê yê dixwaze ku ji Stenbolê bibe namzed ji bo xebatên reklamê yên bi qasî 40 rojî, divê herî kêm 800 hezar lîre budçeyê veqetîne.
Partiyên siyasî lîsteyên namzedên parlementeriyê dê di 7ê nîsanê de eşkere bikin. Bernamzedên dixwazin ku di van lîsetyan de cî bigirin, bi çalakiyên cur bi cur dê hewl bidin ku bikevin pêşiya reqîbên xwe. Di nav van xebatan de, kampanyayên reklamê roleke girîng in.
Endma Meclisa Koma Reklamê ya Odeya Bazirganiyê ya Îzmirê (ÎZTO) Fîlîz Avci Beletê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê. Beletê got ku di amadekirina kampanyaya reklamê de şertên wek şexsiyeta namzed, tecrubeya wî ya siyasî, navdariya wî û kesên ku dê xitabî wan bike didin ber çav û qal kir ku ji ber vê yekê kampanya ji bo namzedan bi taybetî tên amadekirin.
Beletê destnîşan kir ku di çarçoveya kampanyayê de diyarkirina dirûşmeyan, bi awayekî baş ragihandina dirûşmeyan û ji bo zêdekirina naskirinê organîzasyonên derve, xebatên çapemeniya nivîskî û dîtbar, panoyên reklamê, belavokên destan, berhemên promosyon, hevdîtinên rû bi rû di serkeftina pêşbaziya namzediyê de girîng in. Beletê da zanîn ku bernamzed divê ji bo van tiştan budçeyê veqetînin.
-Budçe li gor bajêran diguhere
Beletê got ku budçeya reklamê li gor nifûsa bajêran diguhere û wiha axivî:
"Jimara hilbijêrên ku divê bernamzed xwe bi wan bide nasîn, bandorê li ser budçeyê dike. Ji ber vê yekê li gor nifûsa bajêran budçeya divê ku namzedên parlementiyê veqetînin, diguhere. Sînorê jor ê vê budçeyê tune. Lê belê ji bo kampanyayeke ku bi awayekî pispor û rast bê kirin, sînoreke jêr heye. Budçeya herî kêm a ku dê bernamzedê Stenbolê xerc bike 800 hezar lîre ye, ji bo bernamzedê Ankarayê ev jimar 500 hezar lîre, ji bo Îzmirê jî 200 hezar lîre ye."