ANKARA
Wezîrê Çand û Tûrîzmê Omer Çelîk daxuyaniya Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn a der heqê bûyerên 1915an de wekî, "Ev daxuyanî hêvîşkestineke eşkere ye. Di qonaxeke wiha ya ku evqas têkiliyên xurt hene de daxuyaniyeke bi vî rengî tu bingehê xwe yê mantiqî tunyeye û bi temamî bi hizrên siyasî ve hatiye dayîn" nirxand.
Wezîr Çelîkê ku beşdarî Maseya Edîtorê AAyê bû, qala dîtina xwe ya der heqê Merasîmên 100emîn salvegera Şerên Çanakaleyê kir.
"Ermenistan arşîvên xwe hê jî venake"
Wezîr Çelîk daxuyaniya Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn a der heqê îdiayên Ermeniya ên di warê bûyerên 1915an de jî nirxand.
Çelîk destnîşan kir gava Tirkiyeyê, "Ez arşîvan vedikim, werin bira dîrokzan vê biryarê bidin" ya di warê mijarê de pêngaveke gîrîng e û wiha domand: "Daxuyaniyên Serokomar û Serokwezîr bînin bîra xwe, ev hemû jixwebaweriyeke mezin dide nîşan."
"Ev daxuyaniyên li dû hev bi daxuyaniya Papa ve dest pê kir"
Çelîk got heke ku van xebatan di dema protokolên ku li Ermenistanê hatin danîn de bihatana destpêkirin dê îro em ê li cihekî pir cuda bûna û wiha berdewam kir: "A xerîb ev e; Ev daxuyaniyên li dû hev bi daxuyaniya Papa ve dest pê kir. Têgihîştineke ecêb derxist holê. Ya ku em bi awayekî zelal dibînin ev e; Ev hemû biryar di rastiyê de zirara herî mezin didin xelkê ermenî."
Çelîk diyar kir ku Tirkiye ji vê ne razî ye û dixwaze ku Ermenistan jî wekî hemû cîranên wî bihêz û dewlemend be û wiha xeberda: "Ev daxuyanî hêvîşkestineke eşkere ye. Di qonaxeke wiha ya ku evqas têkiliyên xurt hene de daxuyaniyeke bi vî rengî tu bingehê xwe yê mantiqî tunyeye û bi temamî bi hizrên siyasî ve hatiye dayîn. Ka Tirkiyeyê der barê vê de dê rêyeke çawa bişopîne, emê îro sibe bibînin. Lêbelê heta biha meseleyên siyasî bêyî ku têkelî meseleyên aboriyê were kirin, di nava kevanekî de dihate meşandin. Hema qet nebe stratejiyeke wiha hebû."