Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan got ku îdiayên wek pêvajoya çareseriyê rawestiya derew in, saziyên eleqeder xebatên xwe didomînin. Ya girîng dest ji çekan berdan a rêxistinê ye.
Akdogan beşdarî bernameya Kûlîsê ya Kanal 24ê bû û li vir pirsê der barê rojevê de bersivandin.
- "Ya girîng dest ji çekan berdan a rêxistinê ye"
Akdogan got ku îdiayên wek pêvajoya çareseriyê rawestiya derew in, saziyên eleqeder xebatên xwe didomînin.
Akdogan li ser pirsa "Gelo piştî hilbijartinê dê helwesta HDPyê li hemberî pêvajoyê çawa be?" got ku tu feydeya tevgerên wan ên dawîn ji bo pêvajoyê tune ye.
Alîkarê Serokwezîr Akdogan got: "Ez bi me bawer im. Em ê bi niyeta xwe ya baş û pak bigihêjin encamekê. Em mecbûr in ku bugihêjin encamê jî. Lewra di Tirkiyeya Nû de, cih ji pirsgirêkeke wiha re tune ye. Ev pirsgirêk wek qeydekî di lingê me de ye, divê em xwe ji vê rizgar bikin. Ya girîng ew e ku rêxistin çek deyne. Li Tirkiyeyê demokrasî zehf pêşve çû êdî mirov dikarin li ser hemû pirsgirêkan bipeyîvin, nîqaşan bikin. HDPyî êdî ser hemû mijaran diaxifin. Mijareke ku di meclisê de li ser neaxifin tune. Dev ji axaftinê berdin, li ber kursî rûniştin, çalakî li dar xistin. Ma ji vê pê de çi heye, êdî çi ma."
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan der heqê rêxistina parelel de got: "Dînê însanan kirine êsîr. Di vê mijarê de barekî giran dikeve ser milên alimên me yên dîn jî. Di nav vê rêxistinê de dîn tê bikaranîn û kes nikare ji bin tesîra wan xilas bibe. Lewra tê gihînek wek hûnê dînê xwe winda bikin belav kirine."
Akdogan li ser pirsa der heqê rêxistina parelel de got ku ji xwe diyar e ku ev rêxistineke netewî nîne.
Akdogan destnîşan kir ku derdekî wek " Tirkiye" an jî "milet" a rêxistina parelel tuneye û got ku ev rêxistin li gor berjewendiyên xwe tevdigere û ji bo bidestxistina wan jî çi hewce dibe mibah nîşan dide û dike, herwiha dikare her tiştî bike qurbana berjewendiyên xwe.
Akdogan got ku dînê miletê ji xwe re kirine êsîr, divê pisporên îlahîyatê bicivin li ser vê nîqaş bikin û wiha dewam kir: "Dînê însanan kirine êsîr. Di vê mijarê de barekî giran dikeve ser milên alimên me yên dîn jî. Di nav vê rêxstinê de dîn tê bikaranîn û kes nikare ji bin tesîra wan xilas bibe. Lewra tê gihînek wek hûnê dînê xwe winda bikin belav kirine. Dema ku em wan yek bi yek dinirxînin dibînin ku mirovên baş hene. Lê ev însan tiştên ku ji bo xwe guneh qebûl dikin ji bo mekanîzmayê wek tiştekî normal dibînin û wisa qebûl dikin. Tu sînorî nas nakin û dikarin xirabiya bi her awayî bikin. Ya rast, ev rewş rewşekî normal nîne. Divê ji hemû aliyan ve û li gor rêgezên qanûnê bi wan re têkoşîn bê kirin."