Alîkarê Serokwezîr Akdogan: "Pêvajoya Çareseriyê bi me dest pê kir û wê bi me jî dewam bike."
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan li Navenda Çandê ya Karagedîkê ya Golbaşiyê axivî.
Akdogan destnîşan kir ku dixwazin rê li ber AK Partiyê bigirin û wiha xeberda: "Dibêjin heger HDP bendê derbas bike, em ê rê li ber AK Partiyê bigirin."
Akdogan der heqê gotinên Parlementerê HDPyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder da jî wiha xeberda: "Niha kesek derketiye û dibêje, 'em hatine dawiya rê.' Kekê min dema em derketin vê rêyê, tu hê li meydanê tunebû. HDP filan bendê berdas nekiribû û koma HDPyê jî tunebû. Tayyîp Erdogan Pêvajoya Çareseriyê da destpêkirin û AK Partî jî dide dewamkirin. Di meseleya kurdan da polîtîkayên red û înkarê hebûn. Kesî nikaribû bibêje ez kurd im. Lê ev tev li paş man."
Akdogan destnîşan kir ku ji yên ku Qebeya wan Taksîm e û qibleya wan Nîşantaşî ye ji Tirkiyeyê ra feyde tuneye û wiha got: "Partiya ku di bin tesîra rêxistinê da ye carê tiştekê dibêje. Feydeya we ji kurdan ra tuneye. Hûn tenê dibin asteng û dibin bela. Em jî xizmetê dikin."
Akdogan di xeberdana xwe da wiha got: "Pêvajoya Çareseriyê bi me dest pê kir û wê bi me jî dewam bike."