ANKARA
Serokwezîriyê, der barê dengên ku hatine qeydkirin û li ser malperên înternetê hatin belavkirin û îdîa dike ku ev axaftin di navbera Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan û kurê wî Bîlal Erdogan de derbasbûye de daxuyaniyek da û got: "Ev qeyd, berhemên montajê ne û bi avayekî bêaxlaq hatine qeydkirin. Hemû derewin"
Li ser malpera înternetê ya Serokwezîriyê der barê qeydên dengan ya ku îdia dike ku ev xeberdan di navbera Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û kurê wî Bîlal Erdogan de derbas bûye de daxuyaniyek hat belavkirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Îşev hin qeydên dengan li ser malperên înternetê hat weşandin û di wan qeydan de tê îdîakirin ku ev axaftin di navbera Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û kurê wî Bîlal Erdogan de derbas buye. Ev deng berhemên montajê ne û bi avayekî bêaxlaq hatine qeydkirin. Hemû derewin"