05 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2016
ANKARA
Ajansa Anadoluyê wêneyên 2016an pêşkêşî dengdanê kir. Di encama dengdanê da di 3 kategoriyan da "Wêneya Salê" wê were hilbijartin.
AAyê dengdana "Wêneyên Salê" cara ewil di 2012an da kir. Îsal jî di kategoriya nûçe, jiyan û sporê da 45 wêneyên bi jêrenivîsa tirkî û îngilizî va li hemû dinyayê ji bo dengdanê pêşkêş kir.
Di kategoriya nûçeyan da 19, ya jiyanê da 15 û ya sporê da jî 11 wêne hene. Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Bînalî Yildirim, wezîr, burokrat, werzişvan û gelek hunermend wê beşdarî dengdanê bibin û wêneya salê hilbijêrin.
Di nav wêneyan da wêneyên ku ji aliyê edîtorên wêneyan yên AAyê wek "Wêneya Mehê" hatiye hilbijartin jî hene.
Par 115 hezar kesan deng da "Wêneyên Salê".
Dengdayînê li ser malpera "www.aa.com.tr"ê wê heta 31ê berfanbarê dewam bike.