Serdozgeriya Komarê ya Yuksekovayê ji bo ku destnedayîna Parlementerê Hakkariyê yê HDPê Abdullah Zeydan were rakirin, fezleke amade kir.
Zeydan der heqê êrîşên esmanî yên ku TSKyê li dijî PKKya rêxistina terorê da destpêkirin de di meşa protestoyê ya 26ê tîrmehê de got ku "PKK ew qas hêzdar e ku dikare bi tûka xwe we bixeniqîne". Serdozgeriya Komarê ya Yuksekovayê li ser vê gotinê der heqê Zeydan de jêpirsîn da destpêkirin.
Dozgeriyê qeyda kamerayê ya gotinên Zeydan temaşe kir û li ser vê fezleke amade kir û ji Midûriya Giştî ya Karên Cezayê yên Wezareta Dadê ku ew jî bide Meclisê.
Di fezlekeyê de ji bo ku Zeydan "propagandaya rêxistina terorê kir" û "pesnê rêxistina terorê da", dixwazin Zeydan were darizandin û destnedayîna wî were rakirin.
Zeydan di 26ê tîrmehê de wiha gotibû: "PKK ji bo ku Tirkiye û Rojhilata Navîn bike baxçê gulan ava bûye û hereketeke aştî û gel e. Heke ku PKK nexwaze Tirkiyeyê bike baxçê gulan, PKK ew qas hêzdar e ku dikare bi tûka xwe we bixeniqîne. Hûn bi agir dileyîzin, ji vê hêrsa xwe ya îqtidarê ya tekane vegerin."