HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî got ku Tirkiye tevlî koalîsyona dijî DAEŞê bû û em bi beşdariya wê kêfxweş bûn û wiha dewam kir: "Bi tevlêbûna Tirkiyeyê ya koalîsyonê dê berxwedana dijî DAEŞê tê birêvebirin bihêztir bibe û bigihêje armanca xwe."
Barzanî li avahiya fermî ya li Hewlêrê, Ferîdûn Sînîrlîogluyê Misteşarê Wezareta Karên Derve û lijneya gel wî qebûl kir. Civîn ji çapemeniyê re girtî hat kirin û piştî civînê derbarê mijarên li ser hat axaftin de ser malpera fermî ya Wezareta HKIyê agahî hatin parvekirin. Di civînê de Barzanî wiha got: "Divê hemû kes tevlî şerê dijî DAEŞê tê kirin bibin. Ev şer divê ne tenê di qada eskeriyê de divê ji hêla aborî û fikr û ramanê ve jî bê kirin. Ji bo ku Tirkiye tevlî koalîsyona dijî DAEŞê bû em kêfxweş bûn. Bi tevlêbûna Tirkiyeyê ya koalîsyonê dê berxwedana dijî DAEŞê tê birêvebirin bihêztir bibe û bigihêje armanca xwe."
Barzanî bal kişand ser operasyonên ku Tirkiye dibe ser PKKya rêxistina terorê û got ku "Herêma Kurdistanê şer û pevçûnan wek rêbazeke têkoşînê ya rast nabîne. Ji bo vê em bangî her du aliyan dikin ku vegerin pêvajoya aştiyê. Divê ji vebûn û pêvajoya siyasî îstifade bikin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Sînîrlîoglu der barê lihevkirina Tirkiye û Amerîkayê ya ser berxwedana dijî DAEŞê de agahî da. Sînîrlîoglu wiha xeberda: "Bi vê biryarê armanca Tirkiyeyê ew bû ku terorîstên DAEŞê têk herin û penaber vegerin welatê xwe."
Sînîrlîoglu der heqê operasyonên ser PKKyê de jî wiha got:
"Li Tirkiyeyê derfet heye ku hemû alî bikaribin siyasetê bikin. Divê ev siyaseta ku tê kirin li gor prensîbên demokratîk û ji hişmendiya şerê çekdarî dûr were birêvebirin. Ev ji bo pêvajoya aştiyê bigihêje encameke baş pêwîst e."