Sevim Hatun
07 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim di daxuyaniya xwe ya ku nivîskî de, biryara DYAyê ya Qudsê nirxand.
"Qutiya pandorayê vebûye"
Yildirim got ku ev biryar ji bo Tirkiyeyê di hikmê tunebûnê de ye û wiha dewam kir:
"Serokê Amerîkayê Qudis wekî paytextê Îsraîlê îlan kir û di vê mijarê de gav avêtin, ev hemle ji bo Tirkiyeyê di hikmê tunebûnê de ne. Bi vê biryarê derbeyeke giran li hewlên Filistîn-Îsraîlê yên bo aştiyê dan. Bi vê biryara qutiya pandorayê vebû."
- Bi tundî şermezar dikim
Yildirim got ku ew vê biryarê bi tundî şermezar dike û wiha pê da çû:
"Bi vê biryarê wê pêvajoya aştiyê ya Filistîn û Rojhilata Navîn ji holê bê rakirin, ev biryar bi fikarên siyasî hatiye dayin û tevgereke bêberpirsyarî ye."
-"Civîna Teşkilata Hevkariyê ya Îslamê"
Serokwezîr Yildirim got ku Civîna Teşkilata Hevkariyê ya Îslamê wê bi serokatiya Tirkiyeyê di 13yê berfanbarê de were lidarxistin û ragihand ku wê di civînê de digel serokên alema Îslamê bi dorfirehî li ser mijarê bisekinin û gavên ku hewce dikin biavêjin.