ERBÎL
Prosesa hilbijartina Herêma Kurdistana Iraqê bi dengdayina Serokwezîr Nêçirvan Barzanî û xanima wî Nebîle Mesûd Barzanî, dest pê kir.
Nêçirvan Barzanî û xanima xwe, ji bo dengdayinê serê sibehê zû hatin binkeya xwe ya hilbijartinê ku li Hotel Rotanayê hatibû danîn, li ser sindoqa bi nimreya 22011008ê dengê xwe dan.
Di dema dengdayina Barzaniyan de, cîhazên elektronîkî yên ku di dengdanên taybet de xira bibûn û bibûne sedemê kêşeyê, dîsa erize dan. Ji ber vê erizeyê, Nêçirvan Barzanî û xanima xwe demeke dirêj li benda çareserkirina erizeya cîhazan sekinîn. Ji ber ku erizeya cîhazan demeke dirêj kişand, Nêçirvan Barzanî henek bi rojnamevanan kir û got: "Ma hûn me dikişînin?" Piştî rawestîna qedereke din, erize çareser bû û Barzaniyan dengên xwe dan.
Cîhazên ku ji hêla Lijneya Bilind ya Hilbijartinan ve ji bo dengên dubare neyên xebitandin hatibûn çêkirin, malê Çînê ne. Tirs ew e ku di wextê dengdayina xelkê de jî erizê bidin û xelkê aciz bikin.
Nêçirvan Barzanî, piştî dengdanê, di daxuyaniya çapemeniyê de ji raya giştî re diyar kir ku ew hêvîdar e xelkê Kurdistanê ji ber problemên teknîkî ji dengdanê sar nebin û bi aramî dengê xwe bixebitînin.
Her wiha Barzanî anî zimên ku ew ji bo asta demokratîkbûna Kurdistanê kêfxweş e û dê ev hilbijartin xizmetê ji bo geşbûna herêmê bikin.