Serokê HAK-PARê Kemal Burkay ji bo polîtîkayên partiya xwe ya der barê çareserkirina pirsgirêka kurd û mijarên din de bi gel re parve bike, fikrên wan jî hîn bibe dê gereke bi navê "Meşa Aştî û Azadiyê" li dar bixe û biçe 14 bajaran. Burkay beriya vê gerê li navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist û hin mijarên ku di rojevê de ne nirxand.
Burkay diyar kir ku ew wek partî dixwazin mafên nivîsî yên ku di Danezana Navneteweyî ya Mafên Mirovan de ne û standartên hevdem yên Yekîtiya Ewropayê li vî welatî bê kêmasî pêk bên û wiha dewam kir: "Em dixwazin ew reformên ku ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê lazim in di demek kurt de bên kirin. Em wek HAK-PAR dixwazin pirsgirêk bi rêbazên aştiyane û medenî bên helkirin."
"Ev fersend bila ji dest neçe"
Di mijara pirsgirêka kurd de jî Burkay got: "Ev pirsgirêk hetanî îro ji ber ku li gor hiqûqa hevdem, wekheviyê bi rêbazên aştiyê nehatiye çareserkirin 30-40 sal e ku şer û pevçûn hene. Lê careke din hat dîtin ku şer, pevçûn û tundî ji bo helkirinê ne çare ye."
Bi saya pêvajoya çareseriyê ev demeke ku li çar aliyê welêt dengê çekan nayê, Burkay ev rewş jî nirxand û got: "Ev fersend jî bila ji dest neçe, di mijara çekdanînê de lazim e ku PKK bi biryar be û dewlet jî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd di demeke kurt de gavên berbiçav biavêje. Em wek HAK-PAR dixwazin ku ev mesele jî li ser esasê wekheviyê bê çareserkirin, ew jî pergala federasyonê ye. Federesyon ne jihevqetîn e bi awayekî aştiyane bi hev re jiyîn e. Destûra 12 Îlonê divê di demeke kurt de bê rakirin, ji bo welatîbûnê terîfeke nû bê qebûl kirin, rê li perwerdehiya bi zimanê zikmakî û rêveberiya herêmî divê bê vekirin."
Burkay bal kişand ser pirsgireka elewiyan û diyar kir ku ew pirsgirêk jî bi tenê bi wekhevî û edaletê tê çareserkirin.
Piştî daxuyaniyê, rêveberên HAK-PARê bi otobûsa partiyê ve ber bi Malatyayê ve bi rê kirin. Burkay û digel hevalên wî dê di çarçoveya gerê de dê piştî Malatyayê re dê biçin Elazig, Tûncelî, Bîngol, Agirî, Wan, Bîtlîs, Batman, Diyarbekir, Mêrdîn, Ûrfa, Entep, Adana û Mersînê.
Burkay piştî ku ger qediya, encamên gerê, daxwazên gel û yên partiya xwe wek raporekê amade bike û dê pêşkeşî hikûmet û parlementoyê bike.