VAN
Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê li Navenda Çandê ya Cengîz Andiç, unvana Fexrî Doktorayê da Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan. Serokwezîr di axaftina xwe ya li vir de bal kişand li ser têgeha milet ya ku her alî bi awayekî şîrove dike û wiha got: "Heke tu bibêjî îla 'miletê tirk' dê yên din jî derkevin bibêjin na miletê kurd, miletê laz, miletê boşnak. Ji bo me ya herî girîng mirov û mirovahî ye."
Sonda xwendekaran hat rakirin
Erdogan da zanîn ku sonda xwendekaran jî ji hat rakirin û wiha dewam kir: "Di naveroka sondê de hin pirsgirêk hebûn lê pirsgirêkên ji hêla dirûv û teşeya sondê ve zêdetir bûn. Zarokên 6, 7 salî diketin rêzê û bi hev re sond dixwarin. Bi rastî vê dîsîplîn û bi hev re sond xwerinê dema şer bi bîra mirov dixist. Daxwaza wê zihniyetê ev bû ku ji dibistanên seretayî dest pê bike hetanî zanîngehan xwendekaran bi wê zihniyetê bigihîne û perwerde bike. Heke derfetên wê zihniyetê hebûna dê di zanîngehan de jî heman awayî tevbigeriya, bi darê zorê dê forma li xwendekarên zanîngehê jî bikira û yên ku cil û bergên cuda li xwe bikirana jî dê wek şaşîtiya fabrîkeyê bihesibanda."
Serokwezîr diyar kir ku ji bo sonda xwendekaran hatiye rakirin bertek tên nîşan dayîn û wiha got: "Hin kes derdikevin dibêjin "sond hat rakirin" li ser vê yekê jî hin kes dibêjin, ev kes dijî tirkbûnê ne. Eleqeya rakirina sondê û bi tirkbûnê bi hev re tuneye. Ez tirk im û her tim jî dibêjim. Ez ji vê peyvê qet aciz nabim. Birayên min yên kurd dibêjin em kurd in, ez ji vê yekê aciz nabim. Hin jî dibêjin em laz in, boşnak in, roman in em ji vê yekê qet aciz nabin. Lewra ji bo me ya herî girîng mirov û mirovahî ye."