09 Tebax 2016•Rojanekirin: 10 Tebax 2016
ANKARA
Ahmet Ozalê kurê Serokomarê 8emîn Turgut Ozal daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku sala 1993yan ji bo Tirkiyê pir girîng e.
Ozal îdia kir, bûyera Madimakê di serî da, cînayetên Ugur Mumcu û Ahmet Taner Kişlali, mirina Eşref Bîtlîs bi hev ra têkildar in û wiha dewam kir: "Piştî vekirina gora rehmetî, bi qasî ku ez dizanim Serokê Tiba Edlî yê wê derê ji ber ku ji FETOyê bû, ji wezîfeyê hat hildan û hat girtin."
Ozal diyar kir, der heqê mijarê da kesên ku di saziya tiba edlî da xebata teknîkê dikirin, gef li wan dihat xwarin û wan ev dizanibû. Ozal wiha axivî:
"Roja ku rehmetî nexweş bû, du bijîşkên Alaya Mihafizan û du ambulans hebûn. Haya me ji vê jî heye, lê 50 mêtre dûr bûn, nehatin. Ev hemû nehatin lêkolîn an jî li ser hat girtin. Li wê derê tevliheviyek çêbû. Di serî da gotin bi xeletî 'bi jehrê ketiye', paşê xwe ker kirin. Me tu wextî tiştek ji wê jî fêm nekir. Bi min divê li ser wê salê lêkolîneke pir ciddî were kirin."
- "Gulen gotinên giran ji bavê min ra dibêje"
Ahmet Ozal wiha got: "Fetullah Gulen di sala 1991an da di kovara Sizintiyê da gotinên giran ji bavê min ra dibêje. Lewra bi xebera wî nekir."
Ozal destnîşan kir ku ev nivîs di sala 1991an da di hejmara tebax-îlonê ya Sizintiyê da derket û wiha dewam kir: "Gotinên giran ji bo rehmetî dike. Lewra bavê min wê çaxê gotiye ev zilam talûke ye. Ez hê jî dibêjim divê sala 1993yan ya ku diçe 28ê Sibatê baş were lêkolînkirin. Di jehrîkirina rehmetî da ji bo FETOyê gumanên min hene û divê ev mijar bi berfirehî were lêkolînkirin. Bi taybetî sala 1993yan, meseleya ku bi Ugur Mumcu dest pê dike, dema wesaîta Mumcu hat teqandin, hûn dizanin ew bombe tenê bi leşkeriyê ra heye. Peyra vê bi dozên wek Balyoz û Ergenekonê ra têkildar kirin, lê ev negirt."
Ozal got ku lazim e li ser sala 93yan bi hûrgilî bê sekinandin û dozgerên wê demê yên heke hê jî li ser kar hebin lazim e ew ji wezifeyê bên dûrxistin.
Di berdewamiya xeberdana xwe da jî ragihand ku belgeyên cidî yên geflêxwarinên ser heyeta teknîk a bi dozgeran ra û wiha pê da çû: "Ez nizanim ku çi bi wî dozgerê bû. Ez wisa difikirim ku divê ew dem bi hûrgilî bê lêkolîn."
"Ew ne Tirkiyeyê bi tevahiya dinyayê dixwazin..."
Ahmet Ozal hevpeyvîna ku Yalçin Ozer di sala 1991ê da bi Turgut Ozla re kiribû û gelek sal bi şûn va hat weşandin bi bîr xist û got ku bavê wî di wê hevpeyvîna xwe da dibêje ku FETO rêxistineke pir bi talûke ye û wiha dewam kir: "Bavê min dîtiye ku ev rêxistineke pir talûke ye û fehm kiriye ew bi tenê ne Tirkiyeyê ew tevahiya dinyayê dixwazin."