05 Îlon 2019•Rojanekirin: 05 Îlon 2019
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: Erdogan: "CHP û şirîkên wê qebûl bikin jî nekin jî êdî ji Pergala Hikûmeta Serokomariyê paşva gav nayê avêtin."
"Niha ji 10 milyonî zêdetir endamên partiya me hene. Tu partiyeke din tuneye ku evqas endamên wê hebin."
"Em keda kesên li tevahiya welêt xizmetê kirine li hember kaprîsên kesên ku kîbra wan ji bejna wan bilindtir bûye badilhewa nakin û em ê nekin."
"Em lîsteyên endamên xwe rojane dikin û kesên mirine yan jî ji ber sedemên din qeyda wan çûye tesbît dikin. Ji sedî 95an zêdetir endamên me ji ber wefatê qederê 290 hezar endam kêm bûne."
"Di ciyê ku di sefê gel da cî bigirin em nizanin êdî ji ber diyet, ezweriya siyasetê û bêbesîretiyê ye ekîba CHPyê her dem bi neyarên îradeya neteweyî ra meşiya û îro jî heman helwestê nîşan dide."
"Kesên di şerê dijî terorê da teyareyên bêmirov, cebilxane û pergalên nîşan û çavdêriyê nedan me niha li hember tiştên ku em çêdikin şaş û metel dimînin."
"(Pergala Hikûmeta Serokomariyê) Me hemû kêmasiyan tesbît kir û çareseriyan daniye meydanê. Em ê encaman di nêz da bi gelê xwe ra parve bikin."
"Ji ber gefên mueyîdeyan yên dijî welatê me em natirsin û paşva gav navêjin, berevajiyê vê biryardariya me zêde dike."
"(Rojhilatê Behra Sipî) Bira tu kes me ji heqên me yên li vir mehrûm neke. Em ê heta dawiyê heqên xwe biparêzin."
"Heta hefteya dawîn ya Îlonê em biryardar in ku li rojhilatê Feratê avakirina herêma ewle bi fiilî li gor xwe bidin destpêkirin."
"Hedefa me ew e herî kêm milyonek xwîşk û birayên xwe yên Sûriyeyî li ser xeta sînor ya 450 kîlomêtreqereyî li herêma ewle bi cî bikin."
"Em mecbûr bibin em ê deriyan vekin. Ev bar wê tenê li ser pişta me be? Di parvekirina barê penaberên bûne mêvanên me da di serî da Yekîtiya Ewropayê dinyayê piştgiriya ku hewce dikir nedan. Ji bona em vê piştgiriyê hildin em mecbûr bimînin em ê vê yekê bikin."