QAHÎRE
Li Misrê, hêzên muxalif daxwaza îstifakirina Serokomar Mursî û hilbijartina pêşwext dikin. Ji bo van daxwazan partiyên muxalif derketin qad û kolanan. Di protestoyan de heya niha 7 kes mirin û 304 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Misrê eşkere kir ku li Qahîre, Îskenderiye, Asyut, Dahhaliyye, Garbiyye, Benî Suweyf, Buhayra û 17 bajarên din di navbera alîgirên Mursî û dijbêran de pêvçûn qewimî.
Ji aliyê din ve Bizava Temmerrûdê (Serhildanê) ya ku xwepêşandanên 30yê Hezîranê li dar xistibû, bangî Serokomar Mursî kir û ragihand heke Mursî heta 2yê tîrmehê ji peywirê venekişe emê dest bi çalakiyên bêîtaetiya sîvîl bikin.
Bizava Temerrûdê daxuyaniyeke nîvîskî da û eşkere kir ku ji bo îstifakirina Mursî û hilbijartina pêşwext 22 milyon îmze kom kirine. Di daxuyanêyê de hat gotin ku ew wî gelî temsîl dikin û êdî Mursî serokomarê meşrû yê Misrê nîne.
Hat ragihandin ku protestoyên heya sêşemê bidomin.