Sevim Hatun
13 Hezîran 2016•Rojanekirin: 13 Hezîran 2016
ANKARA
Serokomar Erdogan:
"(xîtabî parlementeran kir) Ez zanim ku di rojeva meclisê da gelek mijarên girîng hene. Divê hûn vana teqez bikine rewacê, bi rêya vana hûn pêşiya Tirkiyeyê vebikin. Li gor min divê berî her tiştî hûn rêznameya parlementoyê biguherînin. Lewra rêznameya heyî bersiva xebatên parlementoyê nade, lazim e ev bê guhestin."
"Têkoşîna me ya bi rêxistinên terorê ra wê li welêt û derveyî welêt bi biryarî berdewam bike. Em ê kulma hesinî ya dewletê nîşanî rêxistina terorê bidin, herwiha ew ê gelê herêmê ruyê bi merhemet ê dewletê bibîne. Em ê ji bo aramî û pêbaweriyê çi bergirî hewce dikin hildin. Em ê li ser xeta sînor ê Sûriyeyê bersiva hemî metirsiyan bidin û em ê ji bo vê heta dawiyê derfetên xwe yên siyasî, dîplomatîk, eskerî bikar bînin. Em wekî Tirkiye, kî dibe bila bibe, li bakûrê Sûriyeyê destûrê nadin pêkhatiyeke bi vî şiklî."
"Têkiliyên me yên bi Yekîtiya Ewropayê ra heta li ku derê dewam bike em ê bibin; lê emê di vê mijarê da ji sekna xwe ya birûmet neyên xwarê, emê berjewendiyên xwe yên netewî biparêzin. Divê tu caran sekna me ya herêmî û milî zirarê nebîne. Tirkiye welateke ji rêzê nîne, gelê Tirkiyeyê mileteke ji rêzê nîne. Ew gotinên wek 'ew ê heta 3 hezaran bisekine' felan bêvan...Bila kes sebra me test neke."