Önder Beyter
31 Adar 2019•Rojanekirin: 31 Adar 2019
Serokê Giştî yê Partiya Seadetê Temel Karamollaoglu der heqê bûyera li Meletiyê da wiha got, "Êdî bû û qewimî mixabin. Bûyer çêbû. Ricaya min ji hikûmetê bi taybetî jî ji Birêz Serokomar û peywirdaran ew e ku ez dixwazim bawer bikim û dibêjim ku divê bûyer neyê nixumandin."
Karamollaoglu ligel jina xwe Ayşe Yasemînê li Lîseya Çankayayê di sandoqa jimare 1075 da raya xwe avêt.
Piştî dengdayînê Karamollaoglu daxuyanî da rojnamegeran û serxweşî da xizmên peywirdarên sandoqê ku li Puturgeya Meletiyê jiyana xwe ji dest dan.
Karamollaoglu bal kişand ku divê mirov bizanibe ku em naçin şer, lê em diçin ser sandoqan û wiha dewam kir, "Ev memleket yê me hemûyan e. Dibe ku nêrîn û qenaetên me cuda bin. Xwezî nebûya. Lêbelê êdî bû û qewimî mixabin. Bûyer çêbû. Ricaya min ji hikûmetê bi taybetî jî ji Birêz Serokomar û peywirdaran ew e ku ez dixwazim bawer bikim û dibêjim ku divê bûyer neyê nixumandin."