ANKARA
Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala got: "Ji kesên ku tevlî bûyerên di navbera 6-10ê cotmehê de li welatê me pêk hatin bûn hezar û 24 kes hatin binçavkirin. Ji kesên ku hatin binçavkirin jî 58 kes hatin girtin. Lêpirsîna der barê gumanbarên din de berdewam dike."
Ala li avahiya Wezaretê civîna çapemeniyê li dar xist û di civînê de destnîşan kir ku li ser telîmeta Serokwezîr Ahmet Davutoglu li walîtiyan ji bo kifşkirina xisarên ku di encama çalakiyên bêdestûr ên bi hinceta êrîşên DÎŞIyê yên ser Kobanê hatin kirin de çêbûn komîsyon hatin avakirin û komîsyonan dest bi xebatan kir.
Ala got ku fona Serokwezîriyê dê alîkariyê bide welatiyên ku di çalakiyên bêdestûr de xisar dîtin û wiha berdewam kir: "Ji roja ewil a bûyeran û vir ve bi telîmata me û bi telîmata birêz Serokwezîrê me ve di walîtiyan de komîsyonên ku zirarê tesbît dikin hatin avakirin û zirar û ziyana welatiyên me hatin tesbîtkirin. Weke ku Birêz Serokwezîrê me îro danê sibê got, zirar û ziyana van welatiyan wê ji fona Serokwezîrtiyê bê dayîn."
Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala wiha pê de çû:
"Ji kesên ku tevlî bûyerên di navbera 6-10ê cotmehê de li welatê me pêk hatin bûn hezar û 24 kes hatin binçavkirin. Ji kesên ku hatin binçavkirin jî 58 kes hatin girtin. Lêpirsîna der barê gumanbarên din de berdewam dike."
- Divê tu kes ji çalakiyên di kuçe û kolanan de pêk tên tu tiştekî hêvî meke
Ala bangî hemû malbat, welatî û saziyên civakî yên sivîl yên ku dikarin însiyatîfê bigrin ser milên xwe kir û got: "Ji hemû malbat û welatiyên me her wiha ji saziyên civakî yên sivîl yên ku dikarin însiyatîfê bigrin ser milên xwe daxwaza me ew e ku ji çalakiyên di kuçe û kolanan de pêk tên tu tiştekî hêvî mekin û tevlî van çalakiyan nebin, dernekevin kuçe û kolanan. Her wiha em jî ji bo ewlehî û hizûra we baştir bixebitin û xizmeta we bikin."
Wezîrê Karên Navxweyî Ala wiha dewam kir: "Di bûyeran de 212 bînayên perwerdeyê, 67 bînayên emniyetê, 25 bînayên qaymeqamtiyê, 29 bînayên partiyê, wargehên zarokan, navendên xwînê yên Heyva Sor, 780 bînayên şaredarî jî di tê de li ser hev 113 hezar bîna hatine şewitandin an jî xerab bûne. Di bûyeran de wesaîtên taybet, wesaîtên şaredariyê, ambulans û wesaîtên polêsan hatine şewitandin û bi tevahî hezar û 177 wesaît hûr û xaş bûn."
Efkan Ala di dawiya axaftina xwe de got ji bo hemû welatiyên me derbasî be.